Şikir ji te re Xûda
Muhammed pexember da
Ronî kir cîhan pê re
Ew ji bo me rêber e
Amîne ye dayka wî
Abdullaha bavê wî
Ji dayik bu Mekkeyê
Wefat kir Medîneyê
Bênçsed û heftê yekê
Hat e ser rûyê dinê
Şessed û sîh û duya
Çû ser dîlowanîyê
Çil salî pêxembertî
Hîrayê jê re hatî
Quran'a pîroz wahî
Cebrail jê re anî
Ahlakê xweş jîyan kir
Bo me rastî şîret kir
Peyva nerm bu gotna wî
Tev kencî bu karê wî
Ümeta pêxember im
Teblîya wî bawer im
Ser rêya ew çûyî de
Hevî me ez jî herim