De lê keçê tu zanî
Çavreş mala me danî
Te ez kuşt, te ez helandî
Kir helala vê canî
Te ez kuşt, te ez helandî
Kir helala vê canî
Qitilbil cihekî dûz e
Hemî gul û nêrgiz e
Jinebîka nastînim
Derdê min yekê qîz e
Jinebîka nastînim
Derdê min yekê qîz e
Ewa hat û ewa çû
Sûwar hat û peya çû
Dayê sucê min çi bû
Hişê serê'm pê re çû
Yadê sucê min çi bû
Aqlê serê'm pê re çû
Dîyarbekir derge ye
Nisêbînê qişle ye
Were em herin zozanê
Meskena min û te ye
Were em herin çiyayê
Meskena me Kurda ye
Were em herin zozanê
Meskena min û te ye
Were em herin çiyayê
Meskena me Kurda ye